27 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
HEWLÊR
Serqonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê da zanîn ku ji roja înê pê ve dê seferên ji Tirkiyeyê yên ji bo Hewlêr û Silêmaniyê dualî bên rawestandin.
Di daxuyaniya ku ji ser hesaba fermî ya Twîtterê ya Serqonsolosxaneyê hat weşandin de hat gotin ku "Midûriya Giştî ya Geştên Asmanî ya Sivîl a Iraqê da zanîn ku ji 29ê îlonê roja înê bi saeta herêmî ji saet 18.00an pê ve seferên ji bo balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê û yên ji wir dê bên rawestandin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Di vê rewşê de seferên dualî yên ku ji welatê me ji aliyê THYyê, AtlasGlobal û Pegasûsê ve ji bo Hewlêr û Silêmaniyê tên kirin dê ji tarîxa tê qalkirin pê ve mimkûn nebin."
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna çapemeniyê ya ku duh li dar xistibû de xwestibû ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di nav sê rojan de kontrola sînor û balafirgehên di destê xwe de teslîmê Bexdayê bike.
Rêveberiya Hewlêrê daxwaza navborî red kiribû li ser vê yekê Saziya Geştên Asmanî ya Sivîl a Iraqê vê sibê daxuyaniyeke nivîskî dabû û xwestibû ku şirketên biyanî ji roja înê pê ve hemû seferên xwe yên ji bo Hewlêr û Silêmaniyê bidin rawestandin.