27 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Darizandina Îdrîs Balûkenê Parlementerê Diyarbekirê yê HDPê yê girtî yê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de der barê wî de doz hatibû vekirin berdewam kir.
Di rûniştina ku li Dagdeha Cezaya Giran a 8emîn a Diyarbekirê tê dîtin de Balûken ji Saziya Ceza û Înfazê ya Tîpa Fyê ya Nimre 1. a Sîncanê bi rêya Pergala Înformatîk a Dîmen û Dengê (SEGBÎS) hat amadekirin.
Dozger di rûniştinê de mitalaya xwe pêşkêş kir û diyar kir ku Balûken sûcên "endamtiya rêxistina terorî ya çekdar", di daxuyaniyên çapemeniyê uên çalakî û meşên ku beşdar bû de 5 caran "propagandaya rêxistina terorî" 4 caran jî "mixalefeta qanûna meşên xwepêşandanê û civînê" kiriye.
Dozger di mitalaya xwe de xwest ku Balûken ji ber 3 sûcên cuda yên navborî ji 12 salan heta 47 salan bi cezaya hepsê bê cezakirin û ji bo ku girtîbûna wî berdewam bike nêrînê xwe ragihand.
Balûken di parastina xwe de îdia kir ku hemû axaftinên ku bûne mijara sûcdarkirinê di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de ne û got ku di dosyeyê de delîleke berbiçav a ku sûcê çêke tune.
Balûken parast ku ev salek e ku dijî hiqûqê girtî ye û xwest ku doz bê daxistin.
Dadgehê daxwaza tehliyeyê ya parêzerên bersûcan nirxand û hebûna delîlên berbiçav ên ku hebûna şika sûcê nîşan dide, maweya girtîbûna bersûc û tetbîqkirina tevdîrên kontrola edlî dê kêm bimînin hincet nîşan da û biryar da ku girtîbûna Balûken berdewam bike.
- Cezaya tê xwestin
Di îdianameyê de der heqê Balûken de ji ber sûcên "xirakirina yekîtî û bihevrebûna dewletê", "endamtiya rêxistina terorî ya çekdar", "propagandaya rêxistina terorê", "bêçek beşdariya meş û civînên dijî qanûnê û li gel hişyariyan ji xwe ve belavnebûn" cezaya heta hetayê ya girankirî û heta 23 salan cezaya hepsê tê xwestin.