27 Mijdar 2015•Rojanekirin: 27 Mijdar 2015
LONDRA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê teyareya ûris ku sînorê hewayê yê Tirkiyeyê îxlal kir û hat xistin da diyar kir ku ev tevger li dijî welatekî nîne û wiha got: "Tirkiye li gor rêziknameya angajmanê ya heyî ji bo deshilatdariya ser erdê xwe û parastina wê kete tevgerê."
Davutoglu di maqaleya xwe ya bi ser navê "Divê Rûsya berê xwe bide dijminê hevpar" a ku di The Timesa rojnameya ingilîzan da bang kir ku li ser "dîsa li ser rewşa çalakiya hevpar bifikirin".
Davutoglu got, "Xistina teyareya bênasname ya ku sînorê hewayê yê Tirkiyeyê îxlal kir li dijî welatekî nebû. Tirkiye li gor rêziknameya angajmanê ya heyî ji bo deshilatdariya ser erdê xwe û parastina wê kete tevgerê."
Davutoglu destnîşan kir ku îstişareyên ku hewce dikin dewam dikin û wiha axivî: "Çalakiyên ji bo parastina erdê me yê dewam bikin lê belê ji bo ku rageşiyê kêm bikin emê bi Rûsya û mitefîqên xwe ra bixebitin."
Serokwezîr Davutoglu got, "Bala xwe bidin ser doza ku me tîne ba hev" û wiha pê da çû:
"Civaka navneteweyî divê dijberiya xwe bi xwe neke. Ku wisa nebe DAEŞ û rejima Sûriyeyê ewê bi ser kevin. Ev têkiliya sembolîk herduyan li piya dihêle. Piştî êrîşên li Parîsê çawa ku beriya êrîşa li Enqereyê li ser DAEŞê disekinîn divê dîsa li dijî vê tehdîdê têkoşînê bidin. Divê ji bo ku pêşeroja Sûriyeyê hildin bin temînatê, qirîza penaberan çaser bikin li rê û rêzikan bigerin. Heke ku wisa neyê kirin pêşî li DAEŞê vedibe û ewê îdeolojiya xwe ya dijmintayiyê belav bike."
Davutoglu diyar kir ku civaka navneteweyî di pêşîlêbirîna belavbûna li Sûriyeyê ya DAEŞê da serkeftî nebû û wiha axivî: "Di dewsa vê da êrîşî komên xêncî DAEŞê yên ku li dijî rejima Esed têkoşînê didin kirin û di ser wan da bombe barandin. Di vê derê da ezê jî wek Serok Obama û Davîd Cameron bangî Rûsyayê bikim. Lê belê di bê di vê mijarê da am bi hev nekevin û çalakiya hemaheng hildin bin temînatê."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu maqaleya xwe wiha temam kir:
"Îro ew roj e ku li dijî DAEŞê saxlem bisekinin. DYA, YE, Rûsya, Tirkiye û yên din ku hêzên xwe yên cuda tevlî vî karî bikin yê vê rewşe berevajî bikin."