23 Adar 2016•Rojanekirin: 23 Adar 2016
ÎSTANBUL
Tirkiye û Swêd di çarçoveya pêşbirka taybet de wê sibê cara 10 emîn bên hemberî hev.
Tîmên fitbola neteweyî ya Ayê ya Tirkiye û Swêdê heta niha 5 jê fermî û 4 jî taybet bi tevahî 9 caran hatin hemberî hev. Di encama pêşbirkan de Tirkiye 3 û Swêd jî 2 caran bi ser ket, 4 pêşbirk jî bi beramberî qediyan.
Ji pêşbirka ewil a ku di sala 1951î de herdu tîm hatin hemberî hev heta niha herdu tîman jî 10 gol avêtin hev.
-Pêşbirkên hatin lîstin
Encama 9 pêşbirkên di navbera tîmên neteweyî ya Ayê yên Tirkiye û Swêdê de hatin lîstin wiha ne:
| Wext | Cih | Organîzasyon | Encam |
| 10.06.1951 | Stockholm | Taybet | 1 - 3 |
| 14.11.1951 | Stenbol | Taybet | 1 - 0 |
| 29.03.1995 | Stenbol | Kifşkirinên Şampiyoniya Ewropayê | 2 - 1 |
| 15.11.1995 | Stockholm | Kifşkirinên Şampiyoniya Ewropayê | 2 - 2 |
| 15.06.2000 | Eindhoven | Fînalên Şampiyoniya Ewropayê | 0 - 0 |
| 07.10.2000 | Goteborg | Kifşkirinên Kupaya Dinyayê | 1 - 1 |
| 05.09.2001 | Stenbol | Kifşkirinên Kupaya Dinyayê | 1 - 2 |
| 06.08.2008 | Stenbol | Taybet | 0 - 0 |
| 05.03.2014 | Enqere | Taybet | 2 - 1 |
Not: Di encama pêşbirkan de Tirkiye wek tîma ewil hatiye hilbijartin.