Fînala pêşbirkê bi têmaya "Avakirina Piran/Building Brides" ve li Awistiryayê li Viyana Stadthalleyê ya ku kapasîteya wê 16 hezar kes e pêk hat û nûnerên 27 welatan ketin pêşbaziyê.
Di pêşbirkê de nûnerê Swêdê Mans Zelmerlow bi strana xwe "Heroes" ve 365 pûan wergirt û bû yekemîn, nûnera Rûsyayê Polîna Gargarîna bi strana xwe "A Million Voices" ve 303 pûan wergirt û bû duyemîn û nûnerê Îtalyayê II Volo jî bi strana "Grande Amore" ve 292 pûan wergirt û bû sêyemîn.
Mans Zermerlowê ku bû serketiyê 2015 Pêşbirka Stranê ya Eurovisionê diyar kir ku ew pir şad e û her wisa ji ber piştgiriya wan spasiya herkesî kir.