Mustafa Deveci
23 Mijdar 2022•Rojanekirin: 24 Mijdar 2022
Wezareta Karên Derva êrîşên bombeyî yên ku li Qudsa Rojava dijî sivîlan hatin kirin, şermezar kir.
Wezaretê di daxuyaniya weşand da ragihand ku ew awayek xemgîn hîn bûn ku di êrîşên bombeyî yên li Qudsa Rojava da kesek miriye û gelek kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku rageşiya di demên dawîn da li Qudsa Rojava zêde dibe bi xwe ra dibe sedema zirar û ziyanê û wiha hat domandin: "Em van êrîşên ku sivîlan kirine hedef şermezar dikin, ji birîndaran ra şîfa hêvî dikin û sersaxiyê jî didin."
Li Qudsa Rojava di encama du teqînên qewimîn ku wisa tê texmînkirin êrîşên bombeyî ne da kesek mir û herî kêm 14 kes jî birîndar bûn.