Ferdi Türkten
23 Mijdar 2022•Rojanekirin: 24 Mijdar 2022
Bi hevkariya Fermandariya Cendirmeyan a Gazîentabê li bakurê Sûriyeyê operasyon hat kirin, 7 terorîstên DEAŞî li Cerablusê hatin girtin.
Li gor agahiyan, di 11ê mijdarê da li Bab û Cerablusê operasyon hat kirin û 17 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin girtin.
Terorîstên ku hatin girtin piştî karûbarên meqamên adlî yên herêmî hatin girtin.
Piştî lêkolîna materyalên dijîtal yên hatine bidestxistin û sitendina îfadeya navboriyan, hat tesbîtkirin ku qaşo rêveberên Şamê yên DEAŞê amadehiyan dikin ku li herêmên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê êrîşî Artêşa Tirkiyeyê, komên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê û Teşkîlata Ewlehiyê ya Şurtayê bikin.
Li ser vê Fermandariya Şêwrê ya Cendirmeyan a Cerablusê ya Hêze Wezîfeyê ya Sûriyeyê bi hevkariya Fermandariya Cendirmeyan a Gazîentabê va di 19ê mijdarê da li Cerablusê operasyonek kir.
Di operasyonê da qaşo berspirsê hûcreyê ya Cerablusê û perwerdekarê mayîn û teqemeniyê yê DEAŞê Mihemed Al Shrada û qaşo rêveberê lojîstikê yê Cerablusê Elî Teurê ku navê wî yê kod Ebu Mehmud jî di nav da 7 endamên DEAŞê hatin girtin.
Li navnîşana şikbaran 3 êlegên bombeya xwekujiyê, 45 kîlo teqemeniya TNTyê ya ji bo legê bombeyê hatiye amadekirin, 6 mekanîzmayên bombeyê, 30 funyeyên biceyran, 27 mêtro fitîlên teqemeniyê, 12 kartên dewreyê yên elektronîk yên ji bo dema teqînê hatine amadekirin, 6 tivingên piyadeyê yên keleş, 611 fîşeng, 2 bombeyên destan û gelek melzemeyên di çêkirina bombeyan da tên bikaranîn hatin bidestxistin.
Di operasyonê da ji ber ku 3 bombeyên xwekujiyê û teqemeniyên wê di 13 çalakiyên bibombe da bêne bikaranîn hatin bidestxistin rê li ber çalakiyan hat girtin.