Mücahit Türetken
29 Mijdar 2023•Rojanekirin: 30 Mijdar 2023
ÎSTANBUL (AA) - Walîtiya Stenbolê ragihand ku li bajêr ji ber bahoza ku rabû li Kagithaneyê dîreg ket û kesekî ku di binî da ma, li nexweşxaneyê mir.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, di çarçoveya daneyên Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê da li tevahiya bajêr baran barî û bahoz rabû, ji bo vê hişyariya koda zer hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li bajêr ji şeva sêşemê pê va bahoz rabû û baran barî û wiha hat gotin:
"Li Balafirgeha Stenbolê û Balafirgeha Sabîha Gokçenê sefer wekî ku hatine plankirin, dewam dikin. Bi tevahî 17 seferên ÎDO û BUDOyê ji ber rewşa hewayê hatin betalkirin, tengav ji her du aliyan va hat girtin. Li tevahiya Stenbolê li 9 ciyan lehî rabû, 27 banî firiyan, 43 dar ketin, li cihekî hezaza axê çêbû, 66 perçe û 2 dîreg ketin. Ekîbên me bi tevahî midaxaleyî 148 bûyeran kirin."
- Li Eyupsultanê ji ber hezazê 3 xaniyên neqanûnî hatin valakirin
Di daxuyaniyê de hat dstnîşankirin ku li perava Zeytînburnuyê bi şev saet 01.07ê keştiya bi navê "Kadriye Ana" ya sûtemenî lê barkirî li bejayê rûnişt û ekîbên ewlekariya peravan miretebatên keştiyê texliye kirin.
Di daxuyaniyê de behsa pêşhatên din ên neyênî jî hat kirin û wiha hat gotin:
"Saet 02.44an li Cadeya Buykdereya Taxa Emniyet Evlerî ya Kagithaneyê, di encama qulibîna dîrekekî de welatiyek birîndar bû, welatiyê ku rakirin nexweşxaneyê nehat rizgarkirin. Saet 10.42an li Cadeya Gazîosmanpaşaya Taxa Esentepeya Eyupsultanê di encama hezaza li qada înşaetekê, weke tedbîr 3 xaniyên neqanûnî hatin valakirin, welatiyên ku li wan xaniyan dijîn li otel û mêvanxaneyan hatin bicihkirin."