Türkan Tosun
18 Hezîran 2019•Rojanekirin: 19 Hezîran 2019
Hat ragihandin Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar îro bersiva nameya Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê Patrick Shanahan şand.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî bersiva nameya Wekîlê Wezîrê Parastina DYAyê Shanahan ya ku di 5ê Hezîrana 2019an da şandibû îro ji hêla Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar va hat bersivandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di nameyê da aciziya ji ber ûslub û tevgera ne li gor rûhê mutefîqiyê ye cardin hat destnîşankirin, fikr û pêşniyazên me bi hûrgilî hatin vegotin. Behsa girîngiya diyalogeke wisa hat kirin ku bi rêzdarî û dostî bê meşandin, ji bo safîkirina pirsgirêkan qala xebatên çareseriyê yên maqûl hat kirin."