Sarp Özer
27 Mijdar 2022•Rojanekirin: 28 Mijdar 2022
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û fermandarên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) bi hev ra çûn ser sînorên Iraqê û yeqîneyên eskerî ziyaret kirin.
Akarê duh şev li Navenda Herekatê ya Fermandariya Hêzên Bejayî lêkolînan kir serê sibê çû ser sînor.

Wezîr Akar digel Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Ercument Tatlioglu û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Atilla Gulan çû Balafirgeha Selahadîn Eyubî ya li Yuksekovaya navçeya Hekariyê.
Akar ji vir derbasî Fermandariya Tumenê ya Piyadeyê ya 3yemîn bû.
Wezîr Akar û heyeta bî wî ra li yeqîneyên sînor kontrol kirin û lêkolîn pêk anîn.