Abdullah Tel
22 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu sibê mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) ye.
Çavuşoglu sibê wê bibe mêvanê Maseya Edîtoran a ku di saet 10.00an da dest pê dike û pirsên di rojevê da cih digirin bibersivîne.
Wezîr Çavuşoglu li Maseya Edîtoran a AAyê wê qala hûrgiliyên mutabeqeta li Soçiyê ku Tirkiye û Rûsyayê li serê, li hev kirin bike.
Daxuyaniyên Wezîr Çavuşoglu wê ji ser malpera înternetê ya AAyê (www.aa.com.tr) bên weşandin û kesên bixwazin wê bikaribin ji ser hesabê Twîtterê (@anadoluajansi) hûrgiliyan bişopînin.