Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker bi namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu re hat Diyarbekirê. Eker li balafirgehê ji aliyê gelek welatî û partiyiyan ve hat pêşwazîkirin. Eker û Ensarîoglu pêşiyê li bajêr tûr avêtin piştre jî beşdarî civîna danasînê ya namzetiya şaredariya bajarê mezin ya ku Serokatiya AK Partiyê ya Bajêr li dar xist, bûn.
Wezîr Eker di civînê de axivî û wiha got: "Ew pirsgirêkên ku di 80-90 salan de li Tirkiyeyê çêbûn, li herêmê û Tirkiyeyê bûn sedema êş û janan. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi "Projeya Aşitî û Biratiyê" hewl dide ku van pirsgirêkan çareser bike. Em vê projeyê weke projeya Tirkiyeya nû dibînin.
- Kî bombeyan diavêje aşitiyê diyar e
Em hewl didin ku hemû gelên Tirkiyeyê ji aramiyê, ewlehiyê, yekîtiyê û biratiyê sûdê werbigrin. Yên ku ji pêvajoya çareseriyê aciz dibin duh êrîş birin ser partiya me.
Eker der barê bûyera duh a ku bombe avêtin Serokatiya AK Partiyê ya Bajarê Diyarbekirê û di bûyerê de kargeha tenişta binayê xesar dît de wiha got: "Kesên ku zirar dan esnaf, di dilê Diyarbekir û Tirkiyeyê de mehkûm bûn. Em kesên ku piştgiriyê didin van şermezar û lanet dikin. Ev rê tu rê nîne. Kî provakasyonan dike, kî bombeya diavêje aşitiyê diyar e. Em li hemberî van êrîşan bangî BDPê dikin. Di navê BDPê de aşitî û demokrasî heye. Em bangî wan dikin û ji wan re tewsiye dikin bila piştgiriyê nedin yên ku bombe û keviran diavêjin. Bila wan lanet û şermezar bikin."