07 Nîsan 2016•Rojanekirin: 09 Nîsan 2016
ANKARA
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Sema Ramazanogluyê der barê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu de ji ber gotinên wî bi hinceta heqaret lê hatiye kirin, doza tazmînatê ya 50 hezar lireyî vekir.
Parêzerên Ramazanogluyê Cîhat Haykir û Samet Can Olgaç di daxwaznameya dozê de destnîşan kirin ku Kiliçdaroglu di 5ê nîsana 2016an de di civîna Koma TBMMyê ya CHPyê de der barê muwekîla wan Ramazanogluyê de gotinên giran gotine û êrîşî mafên wê yên şexsî kiriye.
Di daxwaznameyê de gotinên Kiliçdaroglu hatin bibîranîn û wiha hat gotin: "Ev gotinên ku li dijî exlaqê ne di rojnameyan de bûn nûçe û ji hêla her kesî ve hatin şermezarkirin. Ev gotin ji bo kî bê gotin bila bê gotin, tu caran divê nayê qebûlkirin. Li hember wezîreka jin jî bi temamî bêexlaqî ye û li dijî edebê ye. Divê bi awayekî giran bê şermezarkirin û li ber hiqûqê bê cezakirin."
Ji bilî vê hat gotin ku Kiliçdaroglu bi tevger û gotinên xwe ve her tim civakê aciz dike û axaftina wek heqaretê jî ji xwe re kiriye xiset.