MARDÎN
Wezîrê Karên Hûndir Muammer Guler got : "Ez pêşnîyaz dikim ku birayên me yên ku îro ji bo cejna qurbanê derketin rê, bibaldar bin û ji bo vegerînê ji niha de planên xwe bikin.
Guler ji bo cejna qurbanê çû Mêrdînê û nimêja cejnê digel Walî Ahmet Cengîz, Şaredar Mehmet Beşîr Ayanoglu û Fermandarê Bajêr Albay Vural Erol kir. Guler cejna welatiyên li mizgeftê yek bi yek pîroz kir û dema ku ji mizgeftê derket daxuyanî da rojnamevanan.
Guler got ku îro me nimêja cejnê jî kir û em dilşad in û wiha dewam kir: "Em hêvîdar in ku cejn bibe wesîleya biratî, yekitî û bihevreyiyê. Divê di cejnê de heval, hogir û mezinên xwe ji bîr nekin."