28 Hezîran 2020•Rojanekirin: 29 Hezîran 2020
Hat ragihandin ku li herêma Operasyona Pencik-Pilingê eskerek şehîd bû.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) da wiha hat gotin, "Li herêma Operasyona Pencik-Pilingê di 28ê hezîrana 2020î da bi terorîstan ra pevçûn derket û hevalekî me yê qehreman şehîd bû."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Xwedê rehma xwe li şehîd bike, serê malbata wî, Artêşa Tirkiyeyê û miletê Tirk sax be.