18 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê terorîstan bi roketavêjê êrîş birin ser wesayîta zirxdar a ku polês tê da bûn. Di encamê da polêsek şehîd bû û 11 polês jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, dema ku wesayîta zirxdar a polêsan ji taxa Yenîmahalleya navendê derbas dibû, mensûbên rêxistina terorê bi roketavêjê va êrîş kirin. Di êrîşê da polêsek şehîd bû û 11 heb jî birîndar bûn.
Polêsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Di vê navberê da hat ragihandin ku ji polêsên birîndar ên ku rakiribûn nexweşxaneyê yê ku rewşa wî xedar bû jî şehîd ket.