Eren Bozkurt
22 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2024
Li navçeya Yuregîrê ya navend ya Edeneyê di malekê da şewat derket, 3 zarokên Sûriyeyî mirin.
Li gor agahiyên ewil li Taxa 19 Mayisê, di malekê da ji ber sobeya biceyran şewat derket.
Li ser agahdarkirinê, ekîbên Tenduristiya Bilez ya 112yê, ekîbên agirkujê yên Şaredariya Bajarê Mezin û polês çûn cihê bûyerê.
Şewat hat vemirandin û dema ekîb ketin hundir dîtin ku zarokên 6, 4 û 1 salî yên xwîşk û birayê hevdu ne şewitîne.
Hat ragihandin ku dayika zarokan çûye mala cînaran, bavê wan jî çûye kar.
Lêkolîna ekîban a li malê dewam dike.