Şaduman Türkay
26 Adar 2024•Rojanekirin: 28 Adar 2024
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku perwerdeya eskerî, tetbîqat û hevkariya pîşesaziya parastinê jî di nav da tu fealiyetên wan bi Îsraîlê ra tune.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku çalakiyên şîdetê yên Îsraîlê yên ku li Xezeyê bêyî ku ferq bike nexweşxane, dibistan, îbadetxane, kampên penaberan û sivîlan hedef digire, dewam dikin.
Di daxuyaniyê da ev hat gotin:
"Mimkûn nîne ku Komara Tirkiyeyê ya ku her dem li gel Filistînê ye fealiyeteke ku zirarê bide Filistîniyan bike yan jî di nav fealiyeteke di vî warî da cî bigire. Di vê çarçoveyê da perwerdeya eskerî, tetbîqat û hevkariya pîşesaziya parastinê jî di nav da tu fealiyetên Wezareta Parastina Neteweyî bi Îsraîlê ra tune."