09 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
ŞIRNEX
Di operasyona ku li Silopiya navçeya Şirnexê didome da, 24 terorîstên ku dixwastin bikevin nav gel û birevin, hatin girtin. Hejmara terorîstên ku hatin kuştin gihişt 119an. Wêneyên teqemeniyên destî yên ku terorîstan danîbûn hat belavkirin.
bi dest hatine çêkirinLi gorî çavkaniyên ewlekariyê yên herêmê, hêzên ewlekariyê ku hemî caran li hember terorîstan serkeftî ne, di taxên ku welatî tê da ne, operasyoneke bi dîqet diajon. Kolanên teng, taxên ku bi hezaran xaniyên bi hevdu ve tê da dirêj dibin, bi dehan teqemeniyên ku di kolaneke teng da hatine danîn, dibine sedema dirêjbûna operasyonan.
- 82 terorîstê ku dixwestin birevin hatin girtin
Hejmara terorîstên ku hatin kuştin gihişt 119an. Hêzên ewlekariyê ku bi serkeftî operasyonan didomînin, duh êvarê li Silopiyê 24 terorîstê ku dixwestin birevin girtin. Hejmara terorîstên girtî yên ku dixwestin bi vî şiklî birevin gihişt 82yan.
Herwiha li herêmê 45 teqemeniyên destî hatin îmhakirin. Wêneyên ku hatine girtin zehmetiya operasyonan radixe ber çav.
Hêzên ewlekariyê, keleşkofek, şarjorek û 30 gulleyên wê, 3 tivingên nêçîrê û 17 fîşekên wê, tivingeke pompeyî, demançeyek, şarjor û 46 gulleyên wê, maskeyekî gazê û pîl pêdawîstiyên din ku di hevbestina teqemniyan da bi kar tên, desteser kirin.