Necat Hazar
24 Hezîran 2023•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2023
Xozneberên Midûriyeta Ewlehiya Wanê di binê Behra Wanê da gava ji bo perwerdeyê noqî avê bûn pergala boriyê ya zemanê berê ji heriyê hatiye çêkirin, dît.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlehiya Wanê da hat diyarkirin ku xozneberên Amirtiya Koma Binavê ya Şaxa Parastinê ji bo perwerdeyê xwe berdane binê Behra Wanê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Gava xozneber noqî avê bûn, pergaleke boriyê ya zemanê berê ji heriyê hatiye çêkirin, dîtin. Pergala boriyê 8-10 mêtro dirêj e. Boriyên ji heriyê hatine çêkirin di hev ra hatine derbaskirin û raxistin."