29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan der barê greva birçîbûnê ya parlementerên HDPyê da wiha got: "Em bi van lîstikan nayên xapandin. Dikarin greva birçîbûnê û tiştên mayîn jî bikin. Ciyê wan parlemento ye. Niha xulamtiya rêxistina terorê dikin. Niha bi temamî wek taşeronê rêxistina terorê hereket dikin. Rewş û kar berevajî bûye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja înê daxuyanî da rojnamevanan.
Serokomar Erdogan der barê greva birçîbûnê ya parlementerên HDPyê da wiha got: "Em bi van lîstikan nayên xapandin. Dikarin greva birçîbûnê û tiştên mayîn bikin. Ciyê wan parlemento ye. Niha xulamtiya rêxistina terorê dikin. Niha bi temamî wek taşeronê rêxistina terorê hereket dikin. Rewş û kar berevajî bûye. Li parlementoyê nasekinin, diçin herêma ku lê şer heye. Dibêjin 'em ê bikevin greva birçîbûnê' û filan û bêvan. Hin kes dikevin grevê, hevserokên wan li derdorê digerin, qismek ji xwe ra tetîl dikin. Me ev hemû dîtin. Kî çi karî dike eşkere nîne. Divê êdî medya bi vê neyê xapandin. Divê em gelê xwe di vî warî da hişyar bikin. Niha têkoşîna ku hemû hêzên me yên ewlehiyê didin, têkoşîna pêşerojê ye. Pêşeroja welat û gelê me ye. Em nikarin di vê têkoşîna da paşva gav biavêjin."
Serokomar Erdogan der heqê îdiayên ku ambulansan naşînin Cizîrê da wiha xeberda: "Hevalên hêja, ev hemû derew in. Li wê derê her gav ambulans hene û duh jî wezîrê me eşkere kir. Di dema ku diyar kir da jî ji xwe li wê derê 5-6 ambulans hebûn. Ambulans nikarin herin. Birîndarê xwe bigire û bîne herêma ku ambulans lê ne. Ji wan ra wiha tê gotin, lê nakin. Wiha nakin û heta hûn dizanin li Meclisê jî xwestin bi têlefonê konferansek bikin. Ev bi temamî îdeolojîk e. Bi vê helwesta îdeolojîk dixwazin ambulans bikevin menzîla guleyan û şofêr, bijîşk û kesên bi wan ra bi mirinê ra rû bi rû bimînin. Hûn dizanin berê jî tiştên wiha çêbûn."
Erdogan xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Niha li wê derê di mesafeyeke eşkere ya di navbera 600 û 1000 mêtroyî da li kesên di wê mesafeyê da ne anons tên kirin. Ji wan ra dibêjin 'Birîndaran helînin û bînin herêma ewle û em wan ji wê derê helînin û demildest bibin nexweşxaneyê'. Ambulans amade ne, lê ew bi qestî birîndaran nabin wê derê. Belkî birîndar jî nebin. Ew dixwazin ambulansan bikşînin nav cihê ku şer lê heye û li wê derê li gor xwe serkeftinekê bi dest bixin. Derdê wan ev e. Helbet hevalên li wê derê divê tewdîrên ku hewce dikin wê hildin. Niha ew jî bi van tewdîran va vî karî dimeşînin. Rastiya vê jî ev e."
Serokomar Erdogan der barê hevdîtinên li Cenevreyê da wiha xeberda: "Ez hêvî dikim ku ji hevdîtinên Cenevreyê encameke baş derkeve û ji bo Sûriyeyê encameke xêrê di nav vê demê da derkeve."
Erdogan ji bo hevdîtina bi Leyla Zana ra jî wiha peyivî: "Ewilî ez vê bibêjim, lazim e ew sond bixwe. Heke ku di parlementoyê da sond nexwe, jixwe qebûlkirineke wiha pêk nayê û nabe jî. Lê wê rojê nizanim şêwirmendekî wê bû yan katibê wê bû, li katibê min geriyaye û hin tişt gotiye; yanê heke ew difikire ku li ser sernavên wan mijaran bê hevdîtinê bike, bila qet neyê û hatina wê hewce jî nake."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Heta ku Cizîr, Sûr, Silopî û ciyên din paqij bibin wê xebat dewam bikin ku em di xebatan da gihêştine astekê. Piştî paqijkirinê wê pêvajoya çêkirina bajêr dest pê bike. Di vê pêvajoyê da wê bi projeyên nû û çêkirin û restorasyona ciyên dîrokî wê welatiyên me di malên xwe da bên bicîkirin."