29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û xanima wî Sare Davutoglu duh êvarê Saîd Tanê 7 salî yê ji Diyarbekirê ku li nexweşxaneyê tê tedawîkirin, ziyaret kir.
Li gor agahiyên hat hildan Serokwezîr Davutoglu û xanima wî duh êvarê çûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nexweşiyên Hematolojî, Onkolojiyê û Tendûristiya Zarokan a Enqereyê û Saîd Tanê 7 salî yê ji Diyarbekirê ku di beşa Nexweşiya Giran a Şewatê de bû ziyaret kirin û der heqê rewşa siheta wî de ji doxtoran agahî hildan.
Serokwezîr Davutoglu di dema serdanê de ji ser têlefonê jî bi dayika Saîd Tan a ku ew jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nimûneyê tê dermankirin re xeber da.
Malbata Davutoglu bi zarok û malbatên sûriyeyî yên ku di şerê navxweyî yê li welatê xwe birîndar bûbûn û li nexweşxaneyê di heman beşê de dihatin tedawîkirin re jî eleqedar bûn.