ANKARA
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk, Serokê Giştî yê Weqfa Cemê Îzzettîn Dogan, hin serokên weqfên Bektaşî û Elewiyan, parlamenter û gelek welatî beşdarî merasîma xîm avêtina Mizgeft û Cemxaneya Mamakê bûn.
Wezîr Çelîk di axaftina xwe de diyar kir ku li ser navê yekîtî, biratî û xweşbîniyê di rojeke wiha dîrokî de xîmê vê projeyê tê avêtin. Çelîk daxwaz kir ku ev proje dê bibe sedema aştî û aramiyê û wiha axivî:
"Kesên di nav bawerî û fikr û ramanên cuda de li ser vê axê wek birayan jiyan. Ma gelo qet rojên bi êş neqewimîn. Helbet qewimîn. Biratiya me nehat ceribandin? Hat ceribandin. Lê şikir bi ser neketin ku me ji hev biqetînin. Dema ku ev proje qediya înşallah hemû ziman û dil dê bi hev re û bi heman eşqê ve dê niyazê bikin. Pêşdarazî dê ji holê rabe. Em her roj ji pêşdaraziyan azad dibin û înşallah ev proje jî dê bibe wesîle ku em zêdetir jê vê xelas bibin. Ev proje di heman demê de projeya hedîsa pêxemberê me ya ku dibêje 'Di yekîtiyê de rehmet, di cudatiyê de ezab heye' û pêşniyara Hecî Bektaşî Velî ya ku pêşniyar dike 'Em bibin yek, em mezin bibin, em zindî bibin' e.
Serokê Giştî yê Weqfa Cemê Îzzettîn Dogan jî diyar kir ku dema Fetullah Gûlen ji wî re gotiye ku "Gelo em dikarin mizgeft û cemxaneyeke li rex hev ava bikin?" wî jî gotiye ku "Ma çima nebe? Heke li heman hewşê em du kulîlkan bigîhînin, em dikarin aşxaneyekî jî li wir ava bikin?" Gûlen jî bi erênî bersîv daye û projeyê dest pê kiriye.
Doğan diyar kir ku bêyî piştgiriya dewletê li Tirkiyê nêzîkî 2 hezar cemxane hatine çêkirin û wiha axivî: "Mixabin siyasetmedar ji bo rayan li ser vê meselê sekinîne û hin caran jî hêvî kirine ku ji vê cudatiyê sudê werbigrin. Ev jî neheqiyeke mezin e ji bo Tirkiyê. Ev proje ne bi tenê projeyeke mizgeft û cemxaneyê ye. Ji vir pê ve di mizgeftan de feqîr û fiqare dê bi hev re zikê xwe têr bikin, sohbetê bikin."
Piştî axaftinan wezîr Çelîk, Serokê Weqfa Cemê Dogan û hin mêvanan bi hev re kew firandin û xîmê mizgeft û cemxaneyê avêtin.
Piştî ku Qur'an hat xwendin, qurban hatin serjêkirin û xwarin hat belavkirin.
Çalakvanên ku xwestin vê projeyê protesto bikin bi polêsan re pevçûn. Polêsan 16 kes binçav kirin.