ANKARA
Li hatayê terorîstan rê birîn û zarokek dîl girtin. Ji malbata zarok hezar lîre û erzaq xwastin. Piştî ku malbatê daxwazên wan anîn cih, zarok berdan.
Li gor daxuyaniya ji malpera Serokatiya Sererkaniyê hat kirin, di 7ê îlonê de, li nêzî Zozana Daharê ya bajaroka Sarisekiyê ya Îskenderûna Hatayê 4 endamên rêxistina terorê pêşiya wesaîta ku A.K diajot girtin. Xanima A.K û kurê wî jî di trimbêlê de bûn.
Terorîstan zarok dîl girtin û ji malbatê xwastin ku ji wan re hezar lîre û erzaqê bînin.
Malbata reben daxwazên terorîstan anîn cih û zarok hat berdan.
Tîmên jendermeyê piştî ku ev bûyer hat bihîstin, li herêmê dest bi operasyonê kirin.