Li Kiziltepeya (Qoser) navçeya Mêrdînê, ji 2 zarokên ku di teqîna bombeya terorîstan de birîndar bûbûn yek jê mir.
Endamên PKKya rêxistina terorê duh li Taxa Koçhîsarê teqemenî danîbûn serê banekî û di encama teqîna teqemeniyan de 2 zarok birîndar bûbûn. Tahsîn Ûrayê (9) ku di teqînê de birîndar bûbû û bîrîna wî giran bû, li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ku li vir tedawî dibû, mir.
Cinazê Ûray, piştî otopsiyê birin Kiziltepeyê.
Ji aliyê din ve tedawiya Ramzan Ş.(9) li Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê dewam dike.