ŞIRNAK
Li gor daxuyaniya Walîtiya Şirnexê, qedexeya derketina derve ya ku li navenda navçeya Cizîrê duh di saet 19.00an de hatibû îlankirin îro ji saet 07.00an pê ve hat rakirin.
Li Cizîrê ji bo xendekên hatibûn vekirin bên girtin, barîkat bên rakirin û terorîstên ku li herêmê bi cih bibûn ben girtin, di 4ê Îlonê de derketina derve hatibû qedexekirin. Qedexe di 12 Îlonê de roja şemiyê di saet 07.00an de hatibû rakirin.