19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Polêsê ku li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrişa bombeyî ya endamên PKKa rêxistina terorî da giran birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dicleyê ku lê dihat dermankirin, şehîd ket.
Di 16ê mehê da li nêzî Zanîngeha Dicleyê dema wesaîta polêsan derbas dibû endamên rêxistinê teqemeniya ku kiribûn keviya rê teqandibûn.
Hat diyarkirin ku polêsê ku di êrişê da giran birîndar bûbû û dihat dermankirin, şehîd ket.
Di êrişa terorî ya ku li texma Goristana Gundê Sadî Tanoglu hat kirin da 4 polês şehîd ketibûn û 2 polês jî birîndar bûbûn.
Der barê bûyerê da 3 kes hatibûn binçavkirin.