Prof. Dr. Sonmezê ku Serokê Koma Hevkariyê ya Sarikamişê ye, ji bo ku beşdarî "Bîranîna Şehîdên Sarikamişê û Meşa Rêya Topê" bibe li Qada Xaziyan bû. Di wê demê de êrîş li Sonmez hat kirin û Sonmez ji milê xwe û ji teşkên xwe birîndar bû. Sonmez rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sarikamîşê.
Li gor agahiyan piştî tedawiya ewil a nexweşxaneyê, bi ambulansê ve Sonmez rakirin Qersê.
Serokê Şaredariya Sarikamişê yê berê Îlhan Ozbîlen, ji ber îdiaya eleqeya wî bi êrîşê heye hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku Ozbîlen ji bo ku îfadeya wî bê hildan birin Midûriyeta Ewlekariyê ya navçeyê.