E.O
27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
SÎÎRT
Li Sêrtê dema ku wesayîta eskerî ya bizirx derbas dibû teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstên PKKyî veşartibûn hat teqandin, di encama teqînê de 2 esker şehîd ketin û eskerek jî birîndar bû.
Teqemeniya bidestçêkirî ya ku berê mensûbên PKKya rêxistina terorê li menfezeke nêzî Gundê Karabogaziyê ya li rêya navbera Sêrtû Erûhê bi cî kiribûn, dema ku wesayîtên eskerî yên bizirx derbas dibû hat teqandin.
Di teqîna bi şîdet de 2 eskerên di wesayîtê de şehîd ketin, eskerek jî bi xedarî birîndar bû. Eskerê birîndar bi mebesta dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Piştî teqînê li dehla li hawirdor şewat derket, ji bo girtina terorîstên êrîşkar li herêmê operasyon destpêkir.