MARDÎN
Di daneyên Lêkolîna Kêfxweşiya Jiyanê de li Başûrê Rojhilat bajarê herî dilşad Sêrt e. Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma Sêrtê ya Lijneya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (LÎS) hatin stendin, li Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Batmanê Lêkolîna Kêfxweşiya Jiyanê hat kirin.
Di encama lêkolînê de derket holê ku herî zêde şêniyên bajarê Sêrtê ji sedî 71,7an ve dilşad in. Di pey Sêrtê de Şirnex ji sedî 71,4an ve di rêza duyemîn de, Batman ji sedî 52,3an ve di rêza sêyemîn de û Mêrdîn jî ji sedî 51,6an ve di rêza herî dawîn de cih digre.