Lewheyên ku li ser bi du zimanan ve "Hûn Bi Xêr Hatin" nivîsandî, şev ji hêla kesên ku nasnameya wan ne diyar ve ji cihên ku hatibûn daliqandin berjêrkirin. Êrîşkeran bi keviran li lewheyan xistin û qelaştin.
Şaredariya Îdirê li ser vê bûyerê ji êrîşkeran gilîdar bû.
Hevseroka Şaredariya Îdirê Şaziye Onder ji nûçegihanan re daxuyand ku ew vê êrîşê şermezar dikin.
Onder got ku ev êrîşên wiha ne tevgerên demokratin û wiha axivî: "Em êrîşê şermezar dikin. Êrîş bi kurdan û li ser zimanê kurdî hatiye kirin. Em bangî hemû kurdan û kesên demokrat dikin ku bila vê bûyerê şermezar bikin."
Onder daxuyand ku ew ji ber sûcê "Ji xebatên şaredariyê re astengî derxistin û zirar dayîna malê kamuyê" ji wan kesan gilîdar bûne.