10 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
HAKKARÎ
Li Yuksekovayê endamên PKKya rêxistina terorê êrîşî konvoya leşkerî kirin û di êrîşê da leşkerek cangorî bû û polêsek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan li taxa Cumhuriyetê bi çekên lûledirêj êrîşî konvoya leşkerî ya ku ji Şemdinliyê dihat Yuksekovayê kirin.
Hat diyarkirin ku di êrîşê da serbazek cangorî bû û di pevçûna ku derket da jî polêsek birîndar bû.
Hat destnîşankirin ku polêsê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê û ji bo qefaltina êrîşkaran jî operasyon dewam dike.
Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku li Hekariyê endamên rêxistina terorê êrîşî konvoya leşkerî kir. Di erîşê de leşkerek şehît ket. Li gorî daxuyaniya ji ser malpera Serokatiya Sererkaniyê hat dayîn, terorîstan bi çekan erîşî konvoya leşkerî ya ku di saet 05.00ê de ji Şemdînliyê diçû Yuksekovayê, kir. Dema ku konvoy ji navenda Yuksekovayê derbas dibû endamên rexistina terorê gûle berdan. Di êrîşê de leşkerek giran birîndar bu û li nexweşxaneyê digel hemû mudexeleyan şehîd ket.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Jî ber êrîşa ku tê de leşkerekî me şehîd ket, em gelek xemgînin. Rehma xwedê li şehîdê me yê ezîz be. Serê malbata şehîdê me, endamên Hêzên Çekdar ên Turkiyê û welatên me yên Tirk sax be."