10 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser têkoşîna ku bi DAEŞê ra tê dayîn wiha got: "Pêdiviya me bi stratejiyeke ku tê da operasyona esmanî û bejahî hebe, heye. Lêbelê Tirkiye tena serê xwe nikare bikeve binê vî barî."
Davutoglu li qanala "CNN International"ê pirsên rojnameger Christiane Amanpour bersivandin.
Davutoglu li ser pirsa balafira rêwiyan ya Rûsyayê ku li Misrê hat daxistin û DAEŞa rêxistina terorê hilda ser xwe got ku ev sûcekî mezin e ku li dijî mirovahiyê hat kirin.
-Li bejahiyê dijî DAEŞê operasyon
Davutoglu li ser pirsa "Gelo Tirkiye wê li Sûriyê ji bo têkoşîna DAEŞê operasyona bejahî bike?" wiha got:
"Divê em hemû li ser operasyona bejahî biaxivin, ji hevra mijarê parve bikin. Pêdiviya me bi stratejiyeke ku tê da operasyona esmanî û bejahî hebe, heye. Lêbelê Tirkiye tena serê xwe nikare bikeve binê vî barî. Heke koalîsyon û stratejiyeke yekbûyî ya baş hebe, Tirkiye amade ye ku di her warî da rol hilde ser xwe."
Davutoglu li ser pirsa "Operasyona bejahî jî di nav da ye?" wiha got: "Erê. Heke na, dema ku li bejahiyê operasyon li ser DAEŞê were kirin, heke li qadê valahî bimîne, şûna DAEŞê komên terorîst ên din wê derkeve holê. Divê em qeyrana Sûriyeyê ji binî va çareser bikin."
Serokwezîr Davutoglu wiha dewam kir: "Em hema bê her roj an jî di hefteyê da çend caran di nêv koalîsyonê da operasyona esmanî dibin ser DAEŞê. Lê ev têrê nake. Em vê dinirxînin. Weke ku em bi mehan e ji mittefîqên xwe ra pêşniyaz dikin, divê herêma ewledar hebe û em DAEŞê ji sînorên xwe dûr bixin."
-"Semîmiyet, îtidal û îstiqrar"
Davutoglu li ser pirsa hilbijartina 1ê sermawezê ku AK Partiyê reyên xwe zêde kir jî wiha got: "Me bi terorê ra têkoşîn da û tevdîrên aborî dîtin. Me beyanameyeke hilbijartinê ya nû amade kir. Digel van tiştan, semîmiyet, îtidal û îstiqrar."
Davutoglu li ser pirsa "Rexneyên ku li welêt û derveyî welêt li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tên kirin" got ku "Her kes dikare me rexne bike, lê ev rastiyê nade nîşan."
-"Em alîkariya çekan a ku ji grûbên bi PKKê ra têkildar baş nabînin"
Davutoglu wiha axivî: "Heke Amerîka dixwaze çekan bide kurdên ku li dijî DAEŞê têkoşînê didin, em amade ne, lê ne terorîstên PKKê. Her kes dizane ku PKK rêxistineke terorê ya ku êrîşî bajarên me, gundên me û gelê me yê sivîl dike. Em li Sûriye û Iraqê alîkariya çekan a ku ji grûbên bi PKKê ra têkildarin ra tê kirin, baş nabînin. Ji bo sekinandina vê alîkariyê çi ji destê me were em ê bikin, divê ev were fêmkirin."