Aziz Aslan
23 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2024
DIYARBAKIR (AA) - Li Diyarbekirê îdianameya li ser kuştina Narîn Gurana 8 salî hat qebûlkirin.
Di îdianameyê da ji bo 4 bersûcên girtî cezayê hebsê yê heta hetayê hat xwestin.
Narîn Guran di 21ê Tebaxê da li Taxa Tavşantepeyê ya li ser navçeya navend a Baglarê winda bû û di 8ê Îlonê da cinazeyê wê di Çemê Egertutmazê da hatibû dîtin. Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo kuştina Guranê der heqê 4 bersûcan da vekir, kuta bû.
Di îdianameya ku Mehkemeya Cezayê Giran ê 8emîn a Diyarbekirê qebûl kir da ji bo şikbarên girtî apê wê Salîm, dayika wê Yuksel, birayê wê yê mezin Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ji ber ku sûcê "bi qestî û bi hev ra zarok kuştine" cezayê heta hetayê yê giran hat xwestin.
4 bersûcên girtî wê di 7ê Mijdarê da derkevin mehkemeyê.