Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê û Midurê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk û şandeya bi pê re ji bo vekirina Ofîsa Etiyopyayê ya AAyê hatin Addîs Ababayê û li vir çûn seredana Wezîrê Ragihandinê Ridwan Huseyîn.
Wezîr Huseyîn di axaftina xwe ya li vir de kêfxweşiya xwe anî ziman ku AA li welatê wan ofîsekê vedike û wiha domand: "Li Addîs Ababayê vebûna ofîsa AAyê hem ji bo Afrîkayê û hem jî ji bo Etiyopyayê xizmeteke mezin e. AA dê bibe paceya Afrîkayê ya ku li dinê vedibe."
Huseyîn diyar kir ku AA dê li Afrîkayê li pêşberî ajansên rojavayî ûnsureke dengeyê ava bike û ji ber vê jî ew amade ne ku di hemû waran de piştgiriyê bidin AAyê.
- Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Ozturk
Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midurê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk îfade kir ku bi vebûna ofîsa AAyê ya Etiyopyayê ve dê hemû nûçeyên der barê welatên Rojhelata Afrîkayê bi tirkî, erebî, îngilizî, rûsî, firansizî, boşnakî û kurdî ve bên weşandin.
Ozturk der barê xebatên AAyê de agahî da Wezîrê Etiyopyayî û qala armanca ajansê kir û got ku armanca me ew e ku em di sala 100emîn a damezirîna ajansê de bikevin nava 5 ajansên mezin ên dinê.
Ozturk destnîşan kir ku Etiyopya xwediyê şaristaniyeke dûdirêj e û wiha pê de çû: "Em dixwazin di navbera Etiyopya û Tirkiyeyê de têkiliyeke bêwasite daynin. Em wisa plan dikin ku em ê li Etiyopyayê nûçeyan bi zimanên mehelî belav bikin."
Ozturk beriya ku dawî li gotinên xwe bîne destnîşan kir ku ji ber îstikrara siyasî û rola xwe ya li ser herêmê wan Etiyopya wekî Navenda Herêma Rojhelata Afrîkayê hilbijart.