RIYAD
Kongreya Dinyayê ya Ajansên Nûçeyan a 4emîn li paytexta Rîyada Erebistana Siûdî hat lidarxistin û ji dinyayê berpirsiyarên gelek ajansên nûçeyan beşdarî vê kongreyê bûn. Di roja dawîn a kongreyê de di navbera Anadolu Agency (AA) û Ajansa Nûçeyan a Japonyayê (KYODO) de peymana hevkariyê hat îmzekirin.
Di rûniştina dawîn a kongreyê de di navbera Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Çagatay Çûlcûoglû û Alîkarê Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Japonyayê (KYODO) Tomokî Ûeda de peyman hat îmzekirin.
Çûlcûoglû di merasima îmzeyê de axixî û wiha got: "Ev peyman ji bo me jî kêfxweşî û bextewariyek mezin e. Ev gavekî girîng e û dê bi rêya KYODOyê nûçe, wêne û vîdeoyên AAyê li bazarên Japonya, Rojhilata Dûr û Asyayê belav bibe. Bi rêya vê dê têkiliyên me pêşve biçin."
Çûlcûoglû diyar kir ku AA di sedsaliya xwe de dixwaze li dinyayê di nava 5 ajansên nûçeyan ên dinyayê de cih bigire û wiha got: "Ji bo vê armancê jî li tevahiya dinyayê em bi ajansên nûçeyan re hevkariyên nivîskî, çapemeniya dîtbarî û ticarî çêdikin. Têkiliyên Tirkiye û Japonyayê yên dîrokî îro bi vê peymanê dê berdewam bike."
Alîkarê Midûrê Giştî yê KYODOyê Tomokî Ûeda jî di axaftina xwe de diyar kir ku dê ev peyman têkiliyên Tirkiye û Japonyayê pêşve bibe û wiha axivî: "Peymana di navbera AA û KYODOyê de gelekî girîng e. Ji ber îmzekirina vê peymanê kêfxweş im. Ji bo pêşerojê gavekî mezin e."
Ûeda wiha dewam kir: "Di vê serdema teknolojîk de peymanên wiha girîng in. Peyman ji bo her du dewletan ku hev baş fehm bikin dê bibe pireyek. KYODO ji xeynî Rojhilata Navîn, Ewropa, Asya û li Asyaya Navîn, dê bi rêya peymanên ku bi AAyê re têkirin li Amerîkayê jî bê zanîn. Ji bo vê peymanê sipasiyên xwe ji berpirsiyarên AAyê re pêşkêş dikim."