SÎVAS
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokê Giştî yê Komeleya Wêje û Zimanê Tirkî Ekrem Erdem der barê weşana Ajansa Anadolûyê (AA) ya kurdî de diyar kir ku ji bo ajansê pêşveçûneke girîng e.
Erdem ji bo vê xebatê bi nûçegihanê Ajansa Anadoluyê re xeber da û fikrên xwe anîn ziman. Erdem da zanîn ku Ajansa Anadolûyê ji bo ku bigihîje hedefa xwe ya weşana bi 11 zimanan, ev gava ku hatiye avêtin pir muhîm e.
Erdem destnîşan kir ku Ajansa Anadolûyê li Tirkiyê ji ajansên herî girîng yek e, xebatên xwe yên ji bo ku di nav ajansên herî baş yên dinyayê de cih bigire jî didomîne û wiha pê de çû: "Ajansa Anadolûyê bi boşnaqî, erebî, îngîlîzî û gelek zimanên din weşanê dike. Ez weşana kurdî jî ji bo paşeroja Tirkiyê û pêşveçûna ajansê gelek girîng dibînim. Niha TRT6 heye, televizyona me ya ku bi erebî weşanê dike heye. Înşallah di paşerojê de televizyonên me yên ku bi îngilizî di qada navneteweyî de weşanê bikin, dê hebin. Ajansa Anadolûyê ji ber ku di heyameke wiha de dest bi weşana kurdî kir, ez gelek kêfxweş im. Ez wan kesên ku vê biryarê dane, pîroz dikim û hêvî dikim ku ji bo gel û welatê me bi xêr be."