ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyin Çelîk, weşana kurdî ya Ajansa Anadoluyê (AA) nirxand û wiha got: "Kurdî zimanê dayîkê yê milyonan welatiyên me ye û avakirina servîsa kurdî tiştekî jêhatî ye. Ji aliyê din ve, raya giştî ya kurdan bi saziyên çapemeniyê yên alîgiriya PKKê dikin tên agahdar kirin, ev yek jî dibe sedema propagandayê û kêmagahdarkirinê. Lê êdî Servîsa Kurdî ya AAyê heye û ev yek dê gelek baş be."
Çelîk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku AA hewl dide bibe yek ji ajansên herî mezin yên dinyayê û got em ji dil û can ev xebatên AAyê yên mezinbûnê teqîb dikin.
Çelîk da zanîn ku Servîsa Kurdî gaveke pir mezin e û wiha dewam kir: "Ev yek ne bi tenê ji bo kurdên li Tirkiyê dijîn, ji bo kurdên li welatên cînar dijîn jî dê pir baş be. Wekî ku hûn jî dizanin piştî rakirina qedexan qanaleke kurdî hate damezrandin. Niha TRT6 weşana kurdî dike û gelek qanal û radyoyên din yên bi kurdî weşanê dikin jî hene."
Çelîk dest nîşan kir ku Servîsa Kurdî dê kurdên li Îran, Iraq û Sûriyê jî agahdar bike û wiha pê de çû: "Heya niha ji aliyê saziyên çapemeniyê yên alîgiriya PKKê dikin ve dihatin agahdarkirin. Bi rastî jî dezenformasyon tiştekî gelek xirab e. Dema ez diçûm Hewlêrê, min bi awayekî zelal didît ku xeletagahdar kirin çi ye û bandoreke çawa li ser mirovan dike. Lê êdî ev servîs jî heye. Ez ji niha ji hemû hevalan re serkeftinê dixwazim."