Ozturk bi Serokê Giştî yê Sendîkaya Karmendên Çapemeniyê (Medya -Îş) Gursel Eser re beşdarî bernameya fitarê ya ku Midûriya Herêma Diyarbekirê ya AAyê li Koşka Gaziyê li dar xist, bû û di serî de pêvajoya çareseriyê der barê mijarên di rojevê de daxuyanî dan. Ozturk destnîşan kir ku Şerên li Iraq, Sûriye, Filîstîn û Misrê û pêvajoya çareseriyê bûyerên wisa ne ku dê bandorê li ser dahatûya Tirkiyeyê bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em ji bo navê wê dibêjin 'pêvajoya demokratîkbûnê', 'pêvajoya biratiyê', 'pêvajoya çareseriyê çi dibêjin bila bibêjin, ev yek yek ji pêvajoyên herî girîng ên Tirkiyeyê ye. Em jî yek ji wan saziyan in ku şahidiya vê yekê dikin. Dema ku lijneyên mirovên aqilmend derketin gera Tirkiyeyê, em bûn saziya ku herî baş ew kesan şopand û nûçeyên wan çêkir. Me hem nehişt ku şeht li Projeya Mirovên Aqilmend bidin, me hem jî fikr û ramanên wan bi awayekî herî baş ragihand raya giştî. Diyarbekir serlehengê vê pêvajoya demokratîkbûnê ye. Navenda mezin a pêvajoyê ev der e. Her tişt ji vir dest pê dike. Ji ber vê yekê hebûna we ya vê derê, faliyet û xebatên we li gor cihên din gelekî girîng in. Her nûçe û lêkolînên ku hûn dikin, dê piştgiriyê bide pêvajoyê."
Ozturk got ku "Li Tirkiyeyê kesên ku naxwazin ev pêvajo bigihêje serî hene an ne? Belê hene. Lê belê gelek kesên dixwazin ku ev pêvajo ser bikeve jî hene. Em jî dê wek ajansa neteweyî ya Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de nûçeyên herî rast çêkin û peywira ku dikeve li ser milên me bi cî bînin." Ozturk destnîşan kir ku gelek bajarên girîng ên girêdayî Midûriya Herêma Diyarbekirê hene.
Ozturk bi bîr xist ku ev bajar bajarên wisa yên Tirkiyeyê bûn ku wextekî gelek êş kişandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li herêmên wekî Şirnex, Batman û Sêrtê bi pêvajoya çareseriyê re li çiyayên ku pevçûn wir hebû, geşt û seyran çêbû. Dîmen û wêne û nûçeyên ku der barê wan de tên çêkirin jî belavî cîhanê dibin."
Ozturk da zanîn ku xebatkarên AAyê piştgirî didin çapemeniya neteweyî û navneteweyî û got ku "Pirsgirka kurdan a li Tirkiyeyê, pirsgirêka PKKyê ne tenê Tirkiyeyê hemû herêmê eleqedar dike."
Midûrê Herêma Diyarbekirê Erdem Gultekîn jî got ku em di nav herêmên ewil ê ku Midûrê Giştî yê AAyê Ozturk wir beşdarî fitarê bû û ji ber vê yekê kêfxweş in. Gultekîn da zanîn ku ev yek nîşaneya qedr û qiymeta ku ozturk dide nîşanê herêmê ye. Gultekîn got ku bila fitar bibe wesîleya rizgariya hemû mezlûmên li cîhanê.
Ji bo bîranîna ziyaretê taxima fîncanên Diyarbekirê diyariyê Ozturk kirin.
Xebatkarên Midûriya Herêma Diyarbekirê yên AAyê rojbûna Serokê Giştî yê Sendîkaya Medya-Îşê Eser jî di fitarê pîroz kirin.
Kemal Ozturk di dawiya fitarê de bi xebatkarên AAyê re wêne kişandin.