TBMM
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç bi bîr xist ku li gor Zagona Bazirganiyê ya ku di 2012an de kete rewacê divê sermayeya şirketên anonîm 50 hezar lîre be. Sermayeya Şirketa Anonîm a Anadolu Agencyê 20 hezar lîre ye, divê bibe 50 hezar lîre. Di civîna Lijneya Giştî ya Derasayî ya 2012an de sermaye hewqas zêde kirin. Pîştî zêdekirinê mafên jorîn derketin holê. Ev maf jî Xezîne di serî de ji aliyê şirîkên diyar ve tên bikaranîn.
Alîkarê Serokwezîr Arinç wiha axivî: "Lêbelê piştî danezan û teblîxatan, xwediyên hiseyên mafên jorîn nehatin tesbîtkirin. Midurê Giştî jî, ew mafên jorîn li gor rayeya Zagona Bazirganiyê ya Tirk û biryara Lijneya Rêvebiriya Ajansê bi kar aniye. Ji ber vê çendê Midurê Giştî ji hesabê xwe perê van hiseyên ku bê xwedî ne da û bû hisedarê mafên jorîn. Di 93 saliya Anadolu Agencyê de tu wextî hisedariya dewletê rasterast ji sedî 50yî derbas nebûye. Ji ber ku Ajans serbixwe û bêalî tevbigere şûna Xezîneyê hise dane miqama Miduriya Giştî."
- Perê hiseyan ji bêrîka Midurê Giştî derketiye.
Arinç bi bîr xist ku Zagona Bazirganiyê ya Tirk a ku di civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya di 2012an de hat kirin û kete rewacê, paşvestendina hiseyan yên şirketên anonîm qedexe kiriye. Ji ber vê çendê kesayetên tuzel nikarin hiseyên Anadolu Agencyê bistînin.