MÛŞ
Li navçeya Korkûta Mûşê, biharê lehî çêbûbû û zarokek nexweş di malê de asê ma bû. Vechettîn Artanê (60) bavê zarok ji bo ku zarokê xwe yê nexweş xelas bike xwe avêtibû nav ava lehiyê û zarokê xwe xelas kiribû.
Ev dîmena ku ked û xebata bavê keddar nîşan dide ji aliyê wênekêşê Anadolu Agencyê Sabrî Yildirim ve hatibû kişandin. Wêne kete nav wêneyên salê yên AAyê.
Bavê keddar Vechettîn Artan got ku dema min wêneya xwe di nav wêneyên ku ji bo dengdayînê hatine pêşkêşkirin de dît, ez bextewar bûm û min weneya xwe hilbijart. Artan diyar kir ku dixwaze wêneya wî di nav wêneyên salê de bibe yekemîn.