ANKARA
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk li Îsraîlê ji ber ku li dijî nûçegihanên AAyê cûdatî hatibû kirin bertek nîşan da û ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re nameyek şand.
Ozturk wiha dest bi nameya xwe kir: "Birêz Serokwezîr, ez vê nameya xwe ji ber ku di resepsiyona salewextê de li dijî nûnerê Qudûsê yê Anadolu Agencyê Taner Aydin û nûçegihanê wêneyan Salih Zekî Fazlioglû cudatî hatibû kirin, xemgîniya xwe bînim ziman dinivîsînim."
"Birêz Serokwezîr, di resepsiyona salewextê de li dijî nûnerê Qudûsê yê Anadolu Agencyê Taner Aydin û nûçegihanê wêneyan Salih Zekî Fazlioglû cudatî hatibû kirin. Ez jî ji bo ku ji ber vê cudatiyê xemgîniya xwe bînim ziman vê nameyê dinivîsînim."
Ozturk diyar kir ku di resepsiyona ku ji bo rojnamevanên navneteweyî hatiye dayîn de tevgera li dijî nûçegihanên AAyê hatiye kirin cudatî ye.
Ji nûçegihanên ku sedema vê cudatiyê pirsîn re wiha hatiye gotin: "Kesên ku pasaporta Tikiyeyê li ser wan be ji bo Îsraîlê wek gef in û ji bo vê jî ew li gor kesên din zêdetir wan kontrol dikin."
Ozturk di nameya xwe de wiha domand: "Nûçegihanên me ji bo ku beşdarî resepsiyonê bibin bi alîkariya midûr û ekîba Şaxa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê hatin vexwendin. Nûçegihanên me nêzî 30 deqîqeyan bi şûn de ji bo beşdarbûnê hatin cihê resepsiyonê. Ji nûçegihanê me yên wêneyan Salih Zekî Fazlioglû dema ku di cîhaza X-Rayê de derbas bûye jê xwestine ku bila şalê xwe jî ji xwe bike û jê re hatiye gotin ku heke şal ji xwe dernexe dê wî negirin resepsiyonê. Nûçegihanê me ji ber ku li ser rojnamevanên din sepandineke wiha nehatiye kirin vê daxwaza wan red kiriye û resepsiyonê terk kiriye."
Birêz Serokwezîr, ez tevgera midûr û ekîba Şaxa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê pîroz dikim, lewra wan xwestiye ku nûçegihanê me ji wê sepandina neheq xelas bikin. Lê ez tevgera cudatî û êrîşa hêzên ewlekariyê ya Îsraîlê şermezar dikim. Em vê tevgerê tenê ne êrîşeke li dijî AAyê wek êrîşeke azadiya çapemeniyê ya Îsraîlê jî dibînim. Birêz Serokwezîr, ez wisa bawer dikim ku hûn ê vê tevgera nexweş, li gor îmaja çarçoveya azadiya çapemeniya Îsraîlê binirxînin."
Kemal Ozturk di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku ji bo vê bûyerê dê li qada navneteweyî de jî bixebite.