Haydar Şahin
08 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2019
Mehmûd Leylayê bavê Salih Leylayê dema ji bo Ajansa Anadoluyê nûçegihanî dikir li Sûriyeyê di êrîşa DEAŞa rêxistina terorê da hatibû kûştin diyar kir ku kurê wî nûçegihanekî wêrek bû.
Salih Mehmûd Leylayê nûçegihanê AAyê di 9ê cotmeha 2019an da li Hireytana navçeya Helebê di êrîşa DEAŞa rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî kiribû da hatibû kuştin.
Mehmûd Leylayê 65 salî yê bavê Salih Leyla daxuyanî da nûçegihanê AAyê û qala hezkirina xwe ya kurê xwe kir.
Mehmûd Leyla got: "Me zehf biriya Salih kiriye. Kurê min zehf bi karê xwe ra eleqedar dibû. Hezkirina welêt û axê ji bo wî her tişt bû. Kurê min li AAya jê hez dikir dixebitî. Heval û hogirên wî zehf ji Şehîdê min hez dikirin."
Leyla diyar kir ku Salih ji bo bibe dengê gel rojnamevantî dikir û wiha pê da çû: "Zehf wêrek bû. Her tim li xetên eniyan dixebitî. Hevalên wî jî şahid in. Dema li Sûriyeyê rojnamevantî dikir di êrîşê da hat kuştin."
- "Piştgirî dida 4 xuşk û birayên xwe yên li zanîngehê dixwendin"
Leyla got êş û jana kuştina wî hê di dilê wan da ye û wiha axivî: "Kurê min piştgirê me bû. Piştgirî dida 4 xuşk û birayên xwe yên li zanîngehê dixwendin. Debara mama xwe dikir."
Mehmûd Leyla diyar kir ku li xwendingehekê bi mehaneyeke kêm dixebite û pirsgirêkên tenduristiyên yên wî û xanima wî hene.
- "Mertalê Feratê gel ji zilma DEAŞê xilas kir"
Leyla bal kişand ser Herekata Mertalê Feratê ya Tirkiyeyê di tebaxa 2016an da kir û got, "Mertalê Feratê gel ji zilma DEAŞê xilas kir. Bi herekatê gelê herêmê hinekî rihet bû. Li herêmê paqijkirina DEAŞê bû derbeya herî mezin a li Sûriyeyê li terorê xistin."
Leyla li ser operasyona dibe ku li rojhilatê Feratê were kirin axivî û wiha pê da çû: "Wekî bavê şehîdekî ez dikarim bêjim ku gelê li rojhilatê Feratê û hemû welatiyên Sûriyeyê yên li herêmê li bendê ne ku ji HDS û PYDya rêxistinên terorê xilas bibin. Welatiyên Sûriyeyê dixwazin ku êdî bakurê Sûriyeyê bibe herêma ewledar û îstiqrar lê were pêkanîn."
Leyla ji Tirkiyeyê ra sipas kir û axaftina xwe xilas kir.