Fatih Gazioğlu
18 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2019
Pêşangeha duyemîn a "Istanbul Photo Awards 2019"a pêşbaziya wêneyên nûçeyan a navneteweyî ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) li dar xist li Stenbolê hat vekirin.
Pêşangeh li Salona Pêşangeha Şaredariya Beyogluyê hat vekirin.

Şaredarê Beyogluyê Haydar Alî Yildiz di merasima pêşangehê da axaftinek kir û got ku ew ji ber vê mazuvaniyê gelekî kêfxweş e.
- "Me arşîvekeke wêneyan ya dewlemend ava kir"
Endamê Lijneya Rêveberiyê yê Ajansa Anadoluyê (AA) Dr. Şaban Kizildag got ku di nûçeyê da ciyê wêneyê gelekî girîng e û wiha axivî: "Ajansa Anadoluyê ev 100 sal e weşanê dike. Me arşîvekeke wêneyan ya dewlemend ava kir."

Kizildag got ku ji Sûriye, Myanmar, Meksîka û heta Endonezyayê ji ciyên ku afet û pevçûn lê ne qasî 15 hezar wêne ji bo pêşbaziyê serî li wan dane û wiha dewam kir: "Ji 10 welatên cuda di kategoriya spor û nûçeyan da me xelat da 12 wênekêşan."
Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Rêvebirê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu, Endamê Lijneya Rêvebiriyê AAyê Alî Turker Pirtini û Midûrê Çand û Turîzmê yê Stenbolê Coşkun Yilmaz jî beşdarî vekirina pêşangehê bûn.

Wêneya "Pevçûna Îsraîl-Amerîka û Filistînê" ya ku wek "Wêneya Salê" hatibû hilbijartin jî di nav de hemû wêneyên ku xelat hildane wê di pêşangehê da werin nîşandan.
Pêşangeh wê heta 25ê mijdarê vekirî bimîne.