Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî civîna Lijneya Wezîran ya di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan li avahiya nû ya Serokwezîrtiyê hat li dar xistin, derkete pêşberî rojnamevanan. Li ser pirsa ku 'Gelo weşana kurdî ya Ajansa Anadoluyê dê bi kêrî pêvajoya çareseriyê bê an na?' wiha bersiv da:
"Helbet. Ez wekî wezîrekî ku bi Ajansa Anadoluyê re eleqedar, min ji ber vê xebata wê ajansa me pîroz kir. Gelek siyasetmedar, zanyar, kesên di pêvajoya çareseriyê de bi awayekî çalak cih girtine û siyasetmedarên ji welatên cihê cihê yên li herêma me, anîn ziman ku ji ber weşana AAyê ya kurdî pir kêfxweş bûne. Ev, dibe zimanê me yê 6an. Berya vê me bi boşnakî, rûsî, erebî dest bi weşanê kir, niha jî em bi kurdî dest bi weşanê dikin. Ev, şoreşeke mezin e. Ez wisa bawer dikim ku bi weşanên TRT yên kurmancî, zazakî û herî dawîn bi soranî ve, îro xîtabî milyanan kesî û gelek welatan dike, bi cihêrengiya zaravayên kurdî ve dest bi weşanê kir. Ez bawer dikim ku di serî de bi pêvajoya çareseriyê, emê bi gelê xwe re û gelên welatên cînarê xwe re têkevine nav têkiliyeke nêzîk û ez dibînim ku AAyê karekî mezin kiriye û ez wana pîroz dikim. Di demek nêz de emê dest bi weşana ingilizî jî bikin. Bi vî awayî weşanan me ya bi zimanên cuda dê derkeve heftan."