Alîkarê Giştî yê Serokê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn: "Ez AAyê pîroz dikim ku zimanê kurdî jî wek zimanên din di weşanên xwe de bi kar tîne. Ev dê ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku Tirkiye, dewleta me û hikûmeta me ji serê salê û vir ve dimeşîne jî bibe alîkariyeke mezin."
Şahîn di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew hewildanên AAyê yên ku fikrên dewletê û hikûmetê yên der barê welatên din û rojeva dinyayê de digîhîne hemû dinyayê pîroz dikim.
Şahîn ragihand ku hewcedarî bi vê heye û wiha got: "Welatên din û ajansên welatên din ji xwe demeke dirêj e ku vê dikin. Bi her zimanî nûçeyan çêdikin û fikr û ramanên wî welatî digihînîn welatên din, herêmên din û mirovên li wan welatên din. Li wir reklama welatên xwe dikin. Bi ya min AA jî peywireke wiha dike. Ez AAyê pîroz dikim ku zimanê kurdî jî wek zimanên din di weşanên xwe de bi kar tîne. Ev di heman demê de ji bo pêvajoya çareseriyê, ya ku Tirkiye, dewleta me û hikûmeta me ji serê salê û vir ve dimeşîne jî dê bibe alîkariyeke mezin. Di serî de Midûrê Giştî Kemal Ozturk û hemû xebatkaran pîroz dikim."