23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji bo ku hizûr û ewlehî tesîs bibe di 13ê adarê da qedexeya derketina derva dest pê kir û di 20ê nîsanê da xelas bû. Di vê maweyê da "Operasyona Çawîşê Pispor Cendirme Ramazan Gulle" hat kirin. Piştî operasyonê ji bo welatî ji xizmetên qamûyê baştir mifadar bin, veberhênanên dewletê dewam dikin.
Sekreteriya Giştî ya Nexweşxaneyên Qamûyê ya Hekariyê di bin banê Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê da Navenda Tenduristiya Rih ya Civatê vekir.
Qaymeqamê Yuksekovayê Îbrahîm Çenet beşdarî merasima vekirina tesîsê bû û got ku divê hunermend û karsazên ehlê Hekariyê yên ku li bajarên rojava dijîn, destekê bidin herêmê.
Çenet bangî hunermendê Hekariyê Yilmaz Erdogan jî kir û wiha axivî:
"Fîlma Sêvên Tirş (Ekşî Elmalar) hat kişandin. Her çend fîlm qala çanda Hekariyê bike jî ji Hekariyê tu sahneyek jî tuneye. Werin li vê derê seta fîlmê çêkin. Bila mirov vê atmosferê bibînin. Bila di dêvla tirsê atmosfera hunerê bikeve sikakan. Hûn wek ehlê Hekariyê neyên û vê yekê nekin, kê were bike? Bila werin li vê derê galayekê bikin. Bila dilê mirovan xweş bikin. Em li vê derê mazûvaniyeke baş ji wan ra bikin. Em hemûyan hez dikin."