Sevim Hatun
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku li Arjantînê fosîlên dînazora herî mezin a li dinyayê hatin dîtin.
Agahiya der barê keşfê de di kovara "Proceedings of the Royal Society B"ê de hat weşandin.
Hat tespîtkirin ku dirêjiya dînazorê ji qemçê heta serî 35 mêtre ye û giraniya wê 76 ton e.
Navê "Patagotitan mayorum"ê li fosîla ku di sala 2012yan de li Arjantînê hat dîtin kirin.
Ekîba lêkolînê ya ku li ser fosîlan dixebite dibêje dibe ku ev dînazor ji xizmên Brontozarus û Diplodokusan be.