Saadet Firdevs Aparı,Zeynep Katre Oran
19 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2024
Alper Gezeravci yê nasnavê "astronotê pêşîn ê Tirk" wergirt, di destpêka rêwîtiya xwe ya fezayê ya serkeftî da ya bi Axiom-3 (Ax-3), wekî peyva ewil got, "Pêşeroj li perê esmanan e."
Wesayîta fezayê ya SpaceXê ya astronotê pêşîn ê Tirk Gezeravci jî tê da ye, ji Navenda Fezayê ya Kennedy a NASAyê ya li Floridayê bi serketî hat firandin.
Pitştî firandinê digel ekîba Ax-3yê peywendiya zindî hat pêkanîn û di vê peywendiyê da Gezeravci axivî û wiha got, "Di vê kêliyê da ya ji bo mîsyona fezayê ya bi mirov a ewil a Tirkiyeyê, Tirkê pêşîn gav diavêje fezayê, ez dixwazim bi gotina Kalê me yê Mezin vê kêliyê bidim destpêkirin: Gotina dahiyane ya avakarê Komara me ya Tirk Mustafa Kemal Ataturk; 'Pêşeroj li perê esmanan e'."