KARS
Di bin çavdêriya Serokê Beşa Biyololiya Fakûlta Edebiyat û Fenê ya Zanîngeha Bîtlîs Erenê Prof. Dr. Ahmet Beyarslan de li daristanên sariçamê lêkolîn tên kirin. Di lêkolînan de 54 kêzikên nû yên sûdewar hat tespît kirin.
Prof. Dr. Beyarslan bi tîmeke ji 6 kesan pêk tê re, li daristana Sarikamişa navçeya Qersê di bin çarçoveya pêşnûmayek de li ser kêzikên parazîtoît lêkolînan dikin. Di tîma lêkolînê de xwendevanên lîsansa bilind, peywirdarên lêkolînê û hîndekarên perwerdeyê cî digirin.
TUBÎTAK piştgiriya pêşnûmayê dike. Armanca pêşnûmayê ew e ku kêzikên parazîtoît yên Tirkiyeyê tespît bikin û cureyên faunayên van kêzikan derxînin holê.
Beyarslan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li gelek cihên Tirkiyeyê li ser kêzikên parazîtoît lêkolîn kirin. Beyarslan got ku li daristana Sarikamîşê jî wek tîm xebatan li ser parazîtoîtan dikin û wiha pê de çû: "Parazîtoît hekên xwe datînîn li ser kêzik û kurmikên ku zirarê didin nebatan û dibin sedemê mirina wan. Kêzikên parazîtoît ji bilî qadên çandiniyê di daristanan de jî li hember kêzikên bi qalik têdikoşin. Em li ser van dixebitin. Me di xebatên xwe yên der barê derxistina faunaya kêzikan de cureyên nû vedîtin. Me heya niha 54 cureyên nû tespît kirin. Tabî ev ji bo min şenseke mezin e, ev yek nesîbê her kesî nabe."
Beyarslan got ku ewil cureyên kêzikan tespît dikin û pişt re merheleya laboratuarê dest pê dike. Em kêzikê ji bo lêkolînên xwe hişk dikin, li qartonên sêgoşe ve dizeliqînin. Kêzikên ku bi derziyan qartonan ve tê zeliqandin jî wek materyaleke muzeyê dimîne.
Beyarslan diyar kir ku kêzikên ku tên berhevkirin dê li muzeya zanîngehê pêşkeş bikin û got ku li Tirkiyeyê di vê mijarê de hêj tiştek tuneye. Muzeyeke dîroka sirûştê hêj tuneye lê li her zanîngehê koleksiyonek û muzeyeke biçûk heye. Kêzikên ku dibînin li wir kom dikin. Înşallah piştî ku muzeya Tirkiyeyê ya dîroka sirûştê ava bû, emê van materyalan jî bidin wan muzeyan. Piştî ku me xebatên xwe yên li vir qedandin dê emê lêkolînên xwe li herêmeke din bidomînin. Piştî van xebatên xwe dê emê pirtûka faunaya Tirkiyeyê binivîsin û biweşînin.